Ji bo 2 rojnamegerên jin ên li Îranê xelat hat dayin

  • 12:43 30 Adar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata di Rojnamegeriyê de Wijdan û Rastî ku ji aliyê Weqfa Rojnamegeriya Nieman ve tê dayîn, îsal da rojnemgerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.
 
Weqfa Rojnamegeriya Nieman ya zanîngeha Harvard ku her sal Louis M. Lyons Xelata di rojnamegeriyê de wijdan û rastî, îsal da rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.
 
Weqfa rojnemegeriyê ya Nieman di merasîma xelatdayînê de ku dûh li dar xistin, diyar kirin ku xelat dane rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî. Her wiha destnîşan kirin ku dema ji girtîgehê derketin ji bo ku xelata xwe bigirin ew daxwazî ABD’ê kirine.
 
Rojnamegerên girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî bi cesaret  nuçeyên rast gihandine gel, ji ber wê berê jî aliyê weqfa rojnamegerê Kanada xelata Rojnamegeriya Navnetewî girtibûn.