Li Kabîlê jinan Talîban şermezar kir

  • 15:44 26 Adar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanan li Kabîlê êrîşî jinên ku li dijî pinpêkirina mafên perwerdehiyê yê jinan çakî li dar xistin kir.
 
Polîtîkayên qedexekirinê yên ji aliyê Talîbanê ve ku ji Tebaxa 2021’ê û vir hatiye ser kar ji aliyê jinan ve tên şermezarkirin. Talîban bi tundî bersiva van çalakiyan dide, jinan binçav dike. Tevî vê jî jin dest ji têkoşîna parastina mafên xwe bernadin.
 
Li gorî nûçeya Nûjînhayê, jinên ku îro li kolana Amdeh a paytext Kabîlê hatin cem hev, Talîban şermezar kirin. Talîbanê êrîşî jinên ku pankart hildabûn û diruşmeyên li ser mafê perwerdehî û xebatê berz dikirin kirin.