Li Îngilistan, Galler û Îrlandaya Bakur hemşîreyan dest bi grevê kirin

  • 14:49 20 Kanûn 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran hemşîreyên ku di 15'ê Kanûnê de ji bo daxwaza zêdekirina mûçeyekî adîl li pêşberî zêdebûna lêçûnên jiyanî û enflasyonê rojekê ketin grevê, piştî ku bi hikûmetê re negihîştin lihevkirinekê, cara duyemîn dest bi rawestandina kar a ji bo rojekê kirin.
 
Li Îngilistan, Galler û Îrlandaya Bakur cara duyemîn bi deh hezaran hemşîre ji bo daxwaza zêdekirina mûçeyekî adîl dest bi greva rojekê kirin. Bi deh hezaran hemşîreyên ku di 15'ê Kanûnê de ji bo daxwaza zêdekirina mûçeyekî adîl li pêşberî zêdebûna lêçûnên jiyanî û enflasyonê rojekê ketin grevê, piştî ku bi hikûmetê re negihîştin lihevkirinekê, cara duyemîn dest bi rawestandina kar a ji bo rojekê kirin.
 
Sendîkaya RCN (Royal College of Nursing) ku li seranserê welêt zêdeyî 300 hezar endamên xwe hene û hemşîreyan temsîl dike, daxwaza bilindkirina mûçeyê ji sedî 19 kir, hikûmet îdia dike ku ev daxwaz ne pêkan e.
 
Sendîkayê diyar kir, heta ku hikumet nêzîkatiya xwe neguherîne, wê hemşîre di meha pêş de careke din grevê bikin.
 
Li gel ku ji ber greva hemşîreyan gelek randevû û emeliyat hatin betalkirin, hemşîreyên ku di beşa kemoterapî, servîsa lezgîn û diyalîzê ya nexweşxaneyan de dixebitin xizmeta nexweşan didomînin.
 
Sendîkayê di dîroka xwe ya 106 salan de cara ewil deng da grevê û piraniya hemşîreyan jî ji bo grevê dengê xwe dan.