Ji wezîrên jin daxuyaniya Îranê: Em dengê we dibihîsin

  • 12:16 27 Cotmeh 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek welatan jinên Wezîrên Karê Derve serhildana jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kirin û gotin:"Em dengê we dibihîsin em li gel we ne."
 
Bi qetilkirina Jîna Emînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê re, di 16’ê îlonê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengtiya jinan çalakî hatibûn destpêkirin û ev çalakî di roja 41’emîn de berdewam dikin. Tevî êrişên dijwar ên hêzên rejîmê jî hem li bajarên Îranê û hem jî li yên rojhilatê Kurdistanê gel kolanan bernade. Duh, bi dehan kes çûn ser gora Jîna Emînî ya li bajarê Seqizê û Emînî bi bîr anîn. Hêzên rejîma Îranê hewl dide bi tundiyê çalakiyan têk bibe. Di vê navberê de wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan têkildarî binpêkirinên rejîma îranê yên di dema êrişên li dijî çalakiyan de danezanek parve kir. Di danezanê de rejîma îranê şermezar kirin ku hewl dide çalakiyan bi tundiyê bitepisîne û bi taybet jî li dijî jinan tundiyê bi kar tîne. 
 
Ji 12 welatan wezîran îmze kirin
 
Daxuyanî, ji hêla wezîrên karên derve yên Arnavutluk, Andora, Avustralya, Fransa, Almanya, Îzlanda, Kosova, Lîbya, Lihtenştayn, Zelandaya Nû, Kanada û Norveçê ve hat îmzekirin. 
 
Peyama piştevaniyê
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke wezîrên karên derve yên jin, em ji bo piştevaniya bi jinên dilwêrek ên Îranê re hatin ba hev ku mafên xwe yên tevlibûna çalakiyên aştiyane û parastina mafên mirovan bi kar tînin. Jinên îranî ji bo xwe û pêşerojeke baş a hemû îraniyan li ber xwe didin. Em jî neçarin ku piştgiriyê bidin wan.” 
 
‘Bihîstina dengê jinan berpirsiyariya me ye’ 
 
Bi domdarî wezîran destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin xebatên parastvanên mafên jinan û parastvanên mafên mirovan û wiha hat gotin; “Dayîna bihîstin a dengê jinên îranî berpirsyariya me ye.”  Bi domdarî sepandina qanûna îffetê ya bi darê zorê, zexta li ser azadiya fikr û xweîfadekirinê û qutkirina înternetê hat şermezarkirin. 
 
'Mafên jinan, mafên mirovan e'
 
Her wiha bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hat kirin ku destûrê bidin da ku Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) venihêrînê bike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Mafên jinan, mafên mirovan e. Em jinên dilwêrek ên îranî ku çalakiyên aştiyane li dar dixin, silav dikin. Em dengê we dibihîzin û bi we re ne.”