Li Nîjeryayê ji ber lehiyê 500 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • 12:36 15 Cotmeh 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber lehiya ku ev çend roj in li hinek herêmên Nîjeryayê çêdibe, heta niha 500 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes windane. Herwiha ji ber lehiyê ziyan li 90 hezar malan bûye.
 
Rayedarên Nîjeryayê ji medya welatê xwe re, ragihandine ku ji ber lehiya ku ev çend roj in li hinek herêmên Nîjeryayê çêdibe, heta niha 500 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes windane. Herwiha ji ber lehiyê ziyan li 90 hezar malan bûye.
 
Hêjayî gotinê ye ku di nava du mehên borî de, ji ber barana zêde, li welatên weke Emerîka, Çîn, Erebistana Sûidî, Hindistan, Îran, Pakistan, Tunis, Koreya Başûr, Yemen, Sudan, Îtalya, Emerîka, Venezulya, Silvador û Hindorasê lehî rabûye. Ji ber van lehiyan gelek kes bûne qurbanî û ziyan li gelek malan ketiye.