Angela Davis: Jinên kurd rê nîşan dan

  • 14:34 7 Cotmeh 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Angela Davis a femînîs û bi têkoşîna xwe ya li dijî nîjadperestiyê tê naskirin da zanîn ku jinên kurd rê nîşanî wan didin. 
 
Angela Davis a femînîs û bi têkoşîna xwe ya li dijî nîjadperestiyê tê naskirin di paneleke li Bajarê Berlînê yê Elmanyayê de bal kişand ser rola têkoişîna şoreşger.
 
Li gor nûçeya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê Angela di axaftina xwe de wiha got:"Jinên kurd demeke dirêj e rê nîşanî me dan û bi me dan famkirin ku heta jinên cîhanê azad nebin dê mirov rizgar nebin. Ez difikirim ku me gişan ji vê pêşengiyê sûd girtin."