Aktivîsta Îranî li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir

  • 13:51 30 Tebax 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta Îranî û psikolog Shokoufeh Yadollahi, ji bo zarokê xwe yê girtî, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Shokoufeh got heta ew ji zarokê xwe xeberê negire bi derekê ve naçe. 
 
Li Îranê zext û îşkenceya li dijî girtiyan dewam dike û her roj yeka din lê zêde dibe. Li gor nûçeya NûJINHA'yê îşkence li girtiyê siyasî Kasri Nouri hat kirin û ew birin girtîgeheke din. Aktivîsta Îranî û psikolog Shokoufeh Yadollahi, li ber Girtîgeha Adel Abad a li Şîrazê dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
Shokoufeh got  heta ew ji zarokê xwe xeberê negire bi derekê ve naçe. 
 
Serdana xizmên Kasrî yê girtiyê siyasî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat redkirin. Her wiha hat diyarkirin ku derbarî wî de tu agahiyê jî nadin.