Li Kabîlê pirtûkxaneya jinan hat vekirin

  • 14:55 25 Tebax 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên efgan li dijî dûrxistina xwendina zarokên keç li Kabîlê 'Pirtûkxaneya Jinan' vekir. 
 
Piştî ku Talîbanê welat dagir kir, her cure polîtîkayên zextê yên li ser jinan hatin meşandin û jinan li hemberî van zextan dest ji berxwedana xwe bernedan. Wek tê zanîn Talîbanê perwerdeya zarokên keç û jinan qedexe kiribû. Jinan wekî alternatîfa vê qedexeyê li Kabîlê pirtûkxaneya jinan vekir. 
 
Di dema ku pirtûkxaneya jinan ji aliyê çalakvanên mafên jinan ên efganî ve hat vekirin de, Julia Parsi, yek ji damezrînerên pirtûkxaneyê axivî û got. “Me pêşî ev pirtûkxane ji bo zarokên keç ên ku ji xwendinê hatine dûrxistin vekir. Her wiha gelek jinên ku ji kar hatine derxistin jî hene, ev der dê ji bo wan bibe qada kar. Hem dê bibe qada perwerdeyê hem jî qada kar.
 
Çalakvana mafên jinan Mahcuba Hebîbî di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de got: "Talîban nikare me ji civakê dûr bike, ger hewl bide me li cihekî tune bikin, em ê li herêmeke din berdewam bikin."
 
Di pirtûkxaneyê de zêdetirî hezar pirtûk hene, ji aliyê mamoste, helbestvan û nivîskaran ve hatine dayîn û bi alîkariya rêxistinên mafên jinan ên efganî hatine komkirin. Ji romanan bigire heta çîrokan, ji siyasetê heta aborî, ji çîrokan heta zanistiyê ji hezarî zêdetir pirtûk li benda jinên efganî ne.