Aktîvîsta efgan Vahîda Amîrî: Em dixwazin cîhan dengê me bibîhîze

  • 09:08 15 Tebax 2022
  • Cîhan
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Aktîvîsta efgan Wahîda Amîrî der barê tiştên ku jinên efgan dijîn de axivî û got: “Em jinên efgan hikûmeta Talîban nas nakin û ji wê tiştekî naxwazin. Êdî ne xema me ye ku hikûmet me dibihîzin an na. Em dixwazin cîhan dengê me bibîze.
 
Sala borî DYA’yê leşkerên ji Efganîstanê kişandin û Talîban piştî 20 salan şûnde dîsa Efganîstan girt bin kontrola xwe.  Di 15’ê tebaxê de Talîban ket Kabîlê û bi awayekî fermî Talîban welat ji nûve birêve bir. Piştî Talîban hat dîsa jin hedef hatin girtin û hemû qezencên jinan ji dest girtin. Jin ev saleke dîsa li hember Talîban têkoşîna xwe didomîne. Aktîvîsta jin a efgan Wahîda Amîrî der barê pêvajoyê de axivî.
 
Wahîda da zanîn ku ev saleke Talîban li Efganîstanê desthilatdare û gel êşek mezin dikşîne û got: “Gel xizan ket, birçî ket. Gelek kesî axa xwe terk kir. Li Efganîstanê maf û hiqûq tune. Gelek kesî serî li dijî Talîban tewand. Mirovên memurên dewletê bûn karê xwe winda kirin. Gelek kes hatin binçavkirin û îşkence dîtin. Di bingeha vê hikûmetê de bi tu awayî perwerde nabe mijara gotinê.”
 
Jin hedef girtin
 
Wahîdayê da zanîn ku li Efganîstanê li dijî Talîban dengê jinan bilind bûye û wiha pê de çû: “Jinan piştî Talîban hatin dest bi protestoyan kirin û edelet xwestin. Razîa Barakzaî yekane jina ku hikûmeta Talîban protesto kir bû. Piştre bi hezaran jin daketin kolanan û xwestin dengê xwe bi cîhanê bidin bihistin. Talîban ji bo jinan belav bike gaz avêt û gule baran. Şîdet li jinan kirin. Jinan gotin bila Efganîstan veneguhere 20 sal berê û daketin kolana. Lê di 8 mehên dawî de zext zêde bûn.”
 
Gel nikare tiştekî bike
 
Wahîda, diyar kir ku di komara hikûmeta efgan de jin bi awayekî aktîf xwedî mafên xwendin, xebat û siyasî bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî zêde jî di qada perwerdê de xwedî maf bûn. Mafê wan yê jiyanê hebû. Kîjan pirtûk bixwestana dikaribûn bixwînin. Mafê wan yê tevlibûna siyasî û aktîvîteyên civakî hebûn. Lê Talîban çawa hat Wezareta Karê Jinan fesh kir. Êdî nehiştin jin bikevin vê wezaretê. Piştî Talîban hat jinan xwest mafên xwe şûnde bigirin. Ji civaka navneteweyî ev mafên xwe xwestin. Jinên efgan gotin ew Talîban nas nakin û tiştekî ji wan naxwazin. Talîban ji bo gel û xizmetê nehat Afganîstanê. Ji bo pêşketina Efganîstanê nehat. Hikûmeta Talîban ne hikûmetek gel e. Gelê efgan nikare dengê xwe bike.”
 
Cîhan li hember rewşa jinan bêdeng ma
 
Wahîdayê balkişand ser bertekên rêxistinên maf û çapemeniya biyanî ya li hember rewşa jinan û wiha vegot: “Çapemeniya civakî û rêxistinên mafê irovan bertekên mezin nîşanê rewşa jinên efgan dan. Lê hemû bertek di gotinê de mane û negihiştiye asta bertekê. Em dikarin bêjin cîhan li dijî rewşa jinan bêdeng man. NY wek saziyeke serbixwe, divê li dijî tiştên ku Talîban dike bêdeng nemîne. Êdî ne xema meye ku hikûmet me dibihîzin an na. Berovajî vê em dixwazin mirovên cîhanê dengê me bibihîzin.”
 
Ji bo jiyana xwe me têkoşîna xwe domand
 
Wahîda balkişand ser zextên Talîban û tiştên jiya wiha vegot: “Em şen jinên efgan yên şervan bûn. Navê koma me ‘Jinên li Afganîstanê şer dikin’ bû. Komek din ya ‘Yekitiya Afganîstan’ ku hevalên me têde bûn hebû. Şertên zehmet hebûn. Hîna jî hene. Me dest bi protestoyan kir. Ewil Tamna Zaryab girtin. Piştî girtina Tamna ez tirsiyam. Gelek caran li cihê min xwe veşartibû ez dîti. Ez her şevê li cihekî bûm. Piştre Zahra Mohammadî girtin. Piştre me got me hemû mafên xwe winda kirine. Mafê me hebûn. Xeyalên me hebûn. Me he rtiş winda kiribû. Em bibûn kole. Em hatin girtin. Lê ji bo em jiyana xwe bidomînin me têkoşîn da. Min xwest ez birevim. Ez biçûma welatekî biyanî. Lê ev pêk nehat. Ez di 11’ê Sibata 2022’an de hatim girtin. Em gelek hatin girtin. Nêzî 40 kesî bûn. Ligel jinan, zarok û kal û pîr jî hebûn. Telefonên me girtin. Çar jin danîn ser me. Karê wan jî şîdet pêkanîn bû.”
 
‘Rojên zehmet bûn’
 
Wahîda destnîşan kir ku 19 rojan girtî mane û rojên pir zor û zehmet derbas kirine, di alî psîkolojîk de zextên mezin li wan kirine û got: “Tapoya xaniyê me girtin. Ez du meha li efganîstanê jiyam û piştre çûm Pakîstanê. Tevgera Şervanên Jin ên Afgan sala borî di 17’ê tebaxê de bi tevlibûna 4 jinên aktîvîst dest pê kir. Armanca vê tevgerê ev bû ku gel di alî mafên wan de bikin xwedî agahî. Vê tevgerê gelek bandor kir. Her koma nû hat avakirin ji bo me paçeya hêviya nû bû. Niha gelek jinên efgan li hemû bajaran têdikoşin. Lê ji bo xwe biparêzin jî nasnameya xwe vedişêrin. Em nikarin hejmara wan bêjin lê li gelek bajarên efgan belav bûne.”
 
'Ji bo Efganîstanê edalet'
 
Wahîda di dawiya axaftin xwe de da zanîn ku di her bernameya prosteoyê de ligel hev in û wiha dawî lê anî: Me herî dawî kampanya ‘Ji bo efganîstanê Edelet’ da destpêkirin û ji bo dengê jinan bê bihistin her kesî dest da hev. Ji bo mirovên cîhanê dengê me bibihîzin me kampanya da destpêkirin. Em dixwazin cîhan dengê me bibihîze. Em dixwazin hemû jin bi jinên efgan re bikeve piştevaniyê. Em dixwazin jinên cîhanê hevzayendên xwe biparêzin. Bila bibin dengê me. Em piştgiriyê dixwazin.”