Talîbanê êrîşî çalakiya jinan kir

  • 17:02 13 Tebax 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kabîlê, Talîbanê êrîşî çalayika jinan a “Nan, kar û azadiyê” kir. 
 
Li paytexta Efganîstan Kabîlê jinan bi  dirûşmê “Nan, kar û azadî” çalaki li dar xist. Li gorî nûçeya AFP’ê jinên xwestin ku ber bi avahiya Wezareta Perwerdehiyê ve meşiyan  rastî êrîşa hêzên Talîbanê hatin. 
 
Jinên xwepêşander 15’ê Tebaxê, ku yekemîn salvegera desthilatdariya Talîbanê ye li welat weke “rojeke reş” îlan kirin, daxwaza mafê xebatê û beşdarbûna siyasetê kirin. Hate dîtin ku piraniya jinên ku dirûşmên "Edalet, edalet. Em ji cehaletê westiyan" berz kirin, rûyê xwe negirtin.
 
Hêzên Talîbanê ji bo ku xwepêşanderan belav bikin gule berdan hewayê û li dijî hin jinan tundî pêk anî. Her wiha hin rojnamevanên ku piştî çend mehan yekem xwepêşandana jinan şopandin, ji aliyê Talîbanê ve hatin derbkirin.
 
Mafên jinan hat desteserkiri
 
Mafên jinan li Efganîstanê ji dema ku Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’an de dest danî ser welat, gelekî kêm bûye. Hin mafên bisînor ên ku jinan di 20 salan de bi dest xistibûn ji aliye Talîbanê ve hat desteserkirin.