Aktivist Çînî Şerîfî Bukanî hat binçavkirin

  • 12:16 4 Kanûn 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bukanê hêzên girêdayî Komara Îslamiya Îranê bi ser mala aktivist Çînî Şerîfî Bukanî de girtin û kirin bin çavan.
 
Hêzên girêdayî Komara Îslamiya Îranê li bajarê Bukanê bi ser mala aktivist Çînî Şerîfî Bukanî de girtin û kirin bin çavan. Girtina Çînî Şerîfî Bukanî li ser parvekirinên malbata wê yên ser medya ya civakî hat zanîn.
 
Nayê zanîn bê ka aktivist Çînî Şerîfî Bukanî ya 36 salî û xwedî zarok bi ku de birine.