Aktivist Çînî Şerîfî Bukanî hat binçavkirin 2021-12-04 12:16:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bukanê hêzên girêdayî Komara Îslamiya Îranê bi ser mala aktivist Çînî Şerîfî Bukanî de girtin û kirin bin çavan.   Hêzên girêdayî Komara Îslamiya Îranê li bajarê Bukanê bi ser mala aktivist Çînî Şerîfî Bukanî de girtin û kirin bin çavan. Girtina Çînî Şerîfî Bukanî li ser parvekirinên malbata wê yên ser medya ya civakî hat zanîn.   Nayê zanîn bê ka aktivist Çînî Şerîfî Bukanî ya 36 salî û xwedî zarok bi ku de birine.