Ji konferansa jinê biryara 'Tifaqa Jina Demokratîk a MENA'yê'

  • 09:18 1 Tebax 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2'yemîn Konferansa Jinê ya Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn de biryara avakirina "Tifaqa Jina Demokratîk a MENA'yê" hat dayin. 
 
2'yemîn Konferansa Jinê ya Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn a îsal li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê hat lidarxistin bi dawî bû. Konferansa bi dirûşma "Bi yekîtiya jinê em ê şoreşa demokratîk pêk bînin" hat lidarxistin û ji 18 welatî 100 jin beşdar bûn û 30 jin jî bi rêya onlineyê beşdar bûn ji aliyê Yekîtiya Jinên Jeanê, Hevdîtina Jinên Demokratîk, Yekîtiya Jinên Iraqê, Komeleya Jinên Demokratîk ên Tûnûsê û Yekîtiya Komîteyên Jinê yên Fîlîstînê hat organîzekirin. 
 
Konferansa lê nîqaşên girîng hatin kirin piştî du rojan bi dawî bû. Delegasyona konferansê ji bo bingeha têkoşîna jinan a bi hev re gaveke şênber avêt. Jinan biryara avakirina "Tifaqa Jina Demokratîk a MENA'yê" dan.