Ji konferansa jinê biryara 'Tifaqa Jina Demokratîk a MENA'yê' 2021-08-01 09:18:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2'yemîn Konferansa Jinê ya Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn de biryara avakirina "Tifaqa Jina Demokratîk a MENA'yê" hat dayin.    2'yemîn Konferansa Jinê ya Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn a îsal li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê hat lidarxistin bi dawî bû. Konferansa bi dirûşma "Bi yekîtiya jinê em ê şoreşa demokratîk pêk bînin" hat lidarxistin û ji 18 welatî 100 jin beşdar bûn û 30 jin jî bi rêya onlineyê beşdar bûn ji aliyê Yekîtiya Jinên Jeanê, Hevdîtina Jinên Demokratîk, Yekîtiya Jinên Iraqê, Komeleya Jinên Demokratîk ên Tûnûsê û Yekîtiya Komîteyên Jinê yên Fîlîstînê hat organîzekirin.    Konferansa lê nîqaşên girîng hatin kirin piştî du rojan bi dawî bû. Delegasyona konferansê ji bo bingeha têkoşîna jinan a bi hev re gaveke şênber avêt. Jinan biryara avakirina "Tifaqa Jina Demokratîk a MENA'yê" dan.