Li Fransayê ji sedî 60 tundiya li hemberî jinê zêde bûye

  • 11:10 11 Çile 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê, tundiya li hemberî jinê zêde bûye. Delegeya Wezîr a Welatîbûnê Marlene Schîappa diyar kir ku li Fransayê ji sedî 60 tundiya li hemberî jinê zêde bûye. 
 
Li Fransayê giliyên ji ber tundiya li nava malbatê û tundiya li hemberî jinê di sala 2020'î de hatin kirin, li gorî sala 2019'an bi rêjeya ji sedî 60'î zêde bû. Li herêma 11'an a Parîsê, ji bo jinên hatin qetilkirin bîrdariyek hate danîn.
 
Ji sedî 40 ê giliyê ji ber tundiyê hate kirin, di dema mayina li malê ya ji ber şewba vîrûsa koronayê de rû da. Delegeya Wezîr a Welatîbûnê Marlene Schîappa diyar kir ku pêwendiya vê yekê bi krîza aborî û civakî ve heye. Marlene ragihand, di dema duyemîn a pêkanîna mayina li malê de, êrişên zayendîperestî û zayendî ji sedî 60 zêde bû.
 
Marlene bi bîr xist, ku dema duyemîn a pêkanîna mayina li malê li gorî ya destpêkê hîn bi hêsanî derbas bû, lê belê tevî vê yekê jî tundiya li nava malê û li dijî jinê zêde bû û got, ev yek rewşeke nakok e.
 
Li aliyê din, li Fransayê ji bo 111 jinên di sala 2020'î de hatin qetilkirin bîrdariyek hate danîn. Bîrdarî ji aliyê Kolektîfa Kolaj a Femînîst ve hate danîn û li ser bîrdariya li herêma 11'an a Parîsê hate danîn, navê 111 jinan bi tîpên reş hate nivîsandin.