Li nexweşxanê şewat derket: 10 pitik mirin

  • 12:37 10 Çile 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bhndra yê Eyaleta Mahastra ya Hindistanê li beşa nexweşxaneyê ya zayîn-zarokan şewat derket. Di encama şewatê de 10 pitik mirin.
 
Li bajarê Bhndra yê Eyaleta Mahastra a Hindistanê li beşa nexweşxaneyê ya zayîn-zarokan şewat derket. Di encama şewatê de 10 pitik mirin. Rayedaran ragihandin ku sedema şewatê hîna nayê zanîn.
 
7 pitik hatin rizgarkirin
 
Xebatkarên nexweşxaneyê tenê 7 pitikên ku nûh ji dayik bûn rizgar kirin. Herwiha hat diyarkirin ku ji ber hemşîreyan alarima şewatê zû daye tîmên agirkujê zû mudaxeleyî şewatê kirine û nehiştine ku şewat bigihêje beşên din ên nexweşxaneyê.
 
Raydearan diyar kirin ku wan derbarê sedema şewatê de lêpirsîn dane destpêkirin.