Piştî 40 rojan dê sînorên welatên YE'yê vebin

  • 14:11 9 Gulan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ligel sistkirina tedbîran sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) heta nîvê Hezîranê dê girtî bimîne.
 
Tedbîrên ku bi mehanê ji hêla dewletan ve hatî girtin niha yek bi yek tên sistkirin. Bi belavbûna vîrûsê re di meha adarê de lîderên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) li hev kom bûbûn û biryara girtina sînorên li dervê dabûn. Hat diyar kirin ku dê biryara girtina sînoran hêj bidome. 
Derbarê mijarê komîserê ji karê navxwe yê Komîsyona YE'yê daxuyaniyek da û gotin ji bo pandemî bê kontrolkirin dê hezîranê sînor bên vekirin.