'Dibe ku 200 hezarî zêdetir xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketibin!'

  • 11:21 7 Gulan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Hemşîreyên Navnetewî, diyar kir ku li gorî saziyên ku temsîla 20 milyon xebatkarên tenduristiyê dikin, li gorî qeydên fermî cîhanê heta niha 90 hezar xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine.
 
Hat ragihandin li cîhanê 100 hezar xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketine û hat diyarkirin dibe ku hejmara rastîn pir zêdetir be jî. Li gorî Konseya Hemşîreyên Navnetewî (CII) ku li navenda wê li Cinêvê ya Swîsreyê ye bi deh hezaran xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine.
 
Saziyê diyar kir li gorî saziyên ku temsîla 20 milyon xebatkarên tenduristiyê dikin li cîhanê heta niha 90 hezar xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine. Dîrektorê Giştî yê CII'yê Howard Catton ji Reuters Televîsîonê re axivî û got ji ber sedema li gelek welatan pêketî nayên zanîn dibe ku ev hijmara pir zêdetir be, diyar kir daneyên gelek welatan di dest wan de nînin û di destê wan de tenê agahiyên fedarasyonên endam ên li 30 welatan hene û daneyên ku hikûmet didin û yên ku di çapemeniyê de têne parvekirin.
 
Dîrektore CII'yê got li tevahiya cîhanê li ser 3,5 milyon xebatkarên tenduristiyê gumana Covîd-19'ê heye û xebatkarên tenduristiyê ku bi Covîd-19'ê ketine dibe ku 200 hezarî be.
 
Howard Catton got gelek hikûmetan agahiyên derbarê xebatkarên tenduristiyê nedane ser hev, rayedar rastiyê ji nedîtî ve tên û got, 'ev skandal e''. Li gorî WHO'yê li 193 welatan 22 hezar xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine.