Ji girtiya jin a bi navê Zeynab Celaliyan a li Îranê agahî nayê girtin

  • 12:30 30 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta Mafê Mirovan a Kurd Zeynab Celaliyan a ku cezayê muebetê ji bo wê hatibû dayin di 28'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Xoyê hatibû girtin. Ji girtiya jin a bi navê Zeynab Celaliyan agahî nayê girtin. 
 
Aktivîsta Mafê Mirovan a Kurd Zeynab Celaliyan ji aliyê Rejîma Îranê ve di 2007'an de hatibû binçavkirin di destpêkê de cezayê îdamê hatibû dayin piştre muebet. Aktivîsta Mafê Mirovan a Kurd Zeynab Celaliyan a ku cezayê muebetê ji bo wê hatibû dayin di 28'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Xoyê hatibû girtin. Ji girtiya jin a bi navê Zeynab Celaliyan agahî nayê girtin. 
 
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ji bo Zeynaba ku nexweşiya wê ya rêvî ya kronîk heye wiha got:"Ekîbek ji hêzên ewlehiyê pêk tên ji ber sedemeke ne diyar Zeynab Celaliyan ji Girtîgeha Xoyê girtin û birin. "