Madeyên paqijiyê bû sedema jehrê ketine

  • 14:28 21 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên li DYE'yê hatin weşandin, madeyên paqijiyê yên ji ber qedexeya derketina derve ya ji Covîd-19 li malan hatine belavkirin, gelek mirov bi jehrê ketine.
 
Ji ber qedexeya derketina derve û fikara belavbûna vîrûsê, mirov bi giranî li malê dimînin û madeyên paqijiyê bi kar tînin. Lê belê têkildarî rîska jehrbûna ji ber madeyên paqijiyê hişyarî hat kirin. 
 
Li gorî rapora Navenda Têkoşîna li dijî Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) ji çileyê heta adarê ji ber bikaranîna madeyên paqijiyê û jelên hîdroalkolîk ên paqijiyê 45 hezar û 550 kesî ragihandine ku ew bi jehrê ketine.
 
Di heman raporê de hate gotin ku gilî û gazinên ji ber dezenfekteya paqijiya dest bi du qatî zêde bûye. Li gorî raporê 40 ji sedî yên mirovên bi jehrê ketine jî zarokên 5 salî û kêmî 5 salî ne.