Li tevahiya cîhanê 146 hezar kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan

  • 12:29 17 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî li cîhanê 146 hezar kesî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên koronayê ketine ji 2 milyon û 184 hezarî derbas bû. Hejmara kesên li Tirkiyê bi vîrûsê ketine nêzî hejmarên weqayên Çîn û Îranê bû.
 
Malpera înternetê ya bi navê “Worldometers” ku her roj daneyên nûjen ên derbarê şewba vîrûsa koronayê ya li tevahiya cîhanê belav bûye komî ser hev dike îro jî berhev kir û daneyan eşkere kir. Malperê ragihand ku li cîhanê 146 hezar û 897 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 2 milyon 184 hezar û 506 kes jî bi nexweşînê ketine. Di malperê de hejmara nexweşên baş bûne jî wek 553 hezar û 39 kes cih girtin.
 
Li 10 welatên herî zêde ku hejmara şewbê lê peyda bûye wiha ne: DYA 678 hezar û 210, Îspanya 184 hezar û 948, Îtalya 168 hezar û 941, Fransa 165 hezar û 27, Elmanya 137 hezar û 698, Îngîlîstan 103 hezar û 93, Çîn 82 hezar û 692, Îran 77 hezar û 995, Tirkiye 74 hezar û 193 û Belçîka 34 hezar û 809.
 
Tirkiye bi hejmara weqa ango kesên bi nexweşînê ketine di nava welatên cîhanê di rêza 9’emîn de cih digire. Tirkiye bi hejmara weqayên dawî re nêzî hejmarên weqayên Çîn û Îranê bû.