G7 dixwaze deynê welatên xizan were taloqkirin

  • 15:35 15 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber krîza mezin a aboriyê ji bo deynê welatên hejar ‘heta demeke demborî’ were sekinandin, welatên G7 li hev kirin.
 
Hat diyarkirin ku nêzî 70 welatên ku piraniya wan li Efrîkayê ne, wê nikaribin li hemberî krîza aborî ya ji ber şewba Covîd-19’ê li ber xwe bidin. Heke deynê van welatan neyê taloqkirin wê krîz girantir bibe.
 
Tê nîqaşkirin ku dayîna deynên Bankaya Cîhanê û IMF’ê wan welatan, were sekinandin. Wezîrên maliyeyê yê welatên G7 a ku welatên pêşketî di nav de ne û rêveberên bankayên navendî daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ew ê bi erênî nêzî taloqkirina deynan bibin.
 
Lê G7 dixwaze welatên G20 jî vê biryarê qebûl bike. Tê diyarkirin ku bi qasî 32 milyar dolar deynê 76 welatan heye.