Vîrûsa koronayê derb li Yekîtiya Ewropayê xist

  • 12:40 10 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewba vîrûsa koronayê baweriya bi hev a welatên Yekîtiya Ewropayê têk bir. Spanya û Îtalyayê bang kirin û gotin, "Eger piştevanî nebe, hebûna Yekîtiya Ewropayê di metirsiyê de ye."
 
Navenda şewba vîrûsa koronayê ji Çînê derbasî Ewropayê, ji wir jî derbasî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bû. Lê tevî vê yekê jî ji zêdeyî 95 hezar û 738 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 60 hezar kes li Îtalya, Spanya, Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji 1.5 milyon mirovên bi vîrûsê ketine nîv milyon ji wan li welatên Yekîtiya Ewropayê ne.
 
Tevî ku Ewropa ew parzemîne ku vîrûsê herî zêde bandor lê kiriye, Yekîtiya Ewropa ya ku ji 27 welatan pêk tê, ji aliyê piştevanî û têkoşîna hevpar ve ya jê dihate hêvîkirin pêk neanî. Li şûna ku li paytexta Yekîtiya Ewropa Brukselê biryarên hevpar bên wergirtin, li paytexta her welatî rê û rêbazên têkoşînê hatin destnîşankirin. Welatê ku herî zêde bû hedefa rexneyan jî Elmanya ye.
 
Ji ber ku rêveberiya Berlînê sînorên xwe kir, veguhastina mal û bar a nava welatên endam rawestiya. Bi vî rengî malzemeyên tibî yên weke maske û kincê xweparastinê negihîşt welatên li başûrê Ewropayê. Tê gotin ku bi şewba koronayê re baweriya li nava yekîtiyê gelekî kêm bûye.
 
Welatên ku herî zêde ji nêzîkatiyên şexsî yên li nava Yekîtiya Ewropayê zerar dîtin Îtalya û Spanya ne. Ev welat dixwazin bi deynên hevpar xwe ji krîza aboriyê ya ji ber şewbê rizgar bikin. Bi taybetî rêveberiya Romayê dixwaze ku bonoyên hevpar ên Yekîtiya Ewropayê ku weke "Coronabonds" tên binavkirin werin firotin û bi vî rengî bêhn bê ber bazarê.
 
Fransa, Spanya, Portekîz, Yewnanistan, Qibris, Slovenya, Luksembûrg, Belçîka û Îrlanda piştgiriya rêbaza çareseriyê ya "Coronabonds" dikin. Lê belê Elmanya, Hollanda, Fînlandiya û Awûstûrya îdîa dikin ku welatên Derya Spî ji aliyê dîsîplîna malî ve wê karekî baş nekin û ji ber vê yekê li ber radibin.