Li bajarê Wûhan ê Çînê karantîna hat bi dawîkirin

  • 10:18 8 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Wûhan ê Çînê ku pandemiya vîrûsa koronayê lê der bû, karantîna doh bi dawî bû. Bi bidawîbûna karantînayê re mirovan berê xwe dan stasyonan ji bo biçin gel malbatên xwe.
 
Piştî ku meha kanûna 2019'an li bajarê Wûhan ê Çînê vîrûsa koronayê der bû, ji destpêka meha Çileyê ve bajar bi temamî û piştre jî herêm ketin karantînayê. Rayedarên Çînî li gorî dema herêmê saet di 00.00 de karantîna bi dawî kirin.
 
Demeke kurt piştî ku karantîna bi dawî bû mirov ji herêmê derketin. Stasyonên trenê yên Wûhanê tijî bûn û mirovan berê xwe dan herêmên cuda yên welat ku xizmên xwe bibînin.
 
Bang li rêwiyan hate kirin ku kêmî metreyekê xwe nêzî hev nekin, li gorî tevdîrên paqijiyê tevbigerin. Rayedaran Wûhan weke 'Bajarê Lehengan' pênase kirin.