Li Ewropayê li dijî krîmînalîzekirina alîkarên koçberan bertek hat nîşandan

  • 11:20 27 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -  Ji 100'î zêdetir rêxistinên sivîl ên civakî bi daxuyaniyeke hevpar, zexta li ser kesên ku alîkariyê didin penaberên Ewropayê bi zimanekî tund hat rexnekirin.
 
Li welatên Ewropayê rêxistinên civakî yên sivîl ji ber ku alîkariyê didin penaberan rastî lêpirsinan hatin. 100 rêxistinên sivîl ên civakî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişandin ser lêpirsîn û cezayên ku hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îtalya û Belçîka di nav de sala borî bi kêmanî 104 kes hatin hedef girtin. 
 
Di daxuyaniyê de rapora Platforma ReSOM (Ev platforma ji lêkolîner, saziyên civîl ên civakî û otorîteyên xwecihî pêk tê) hat aşkerakirin û hat diyar kirin ku li 11 welatan di 49 dosyayên cuda hene û derbarê 158 kesî de lêpirsin hatine vekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku kesên alîkarî didin penaberan bi îdîaya ''avakirina rêxistina sûc a organîze'' tên sûcdarkirin û tên darizandin. 
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dosyanên ku derbarê kesan de hatine vekirin, delîl kêm in lê dixwazin hevkariyê qels bikin. Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku lêpirsînên bi vî rengî zirarê dide rêgeza dewletê ya  hiqûqê.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ev lêpirsînên ku kêm tên amadekirin, derbarê penaberan de rê li ber têgihiştina xirab a mîna ''mirovên krîmînal in'' li ser penaberan çêdibe û ev jî li nav sînorên Ewropayê dibe sedema têgihiştina kaosê.