Karkerên serwîsên lezgîn ên nexweşxaneyan di grevê de ne

  • 10:52 24 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê karkerên serwîsên lezgîn ên nexweşxaneyan dest bi grevê kirin. Karkeran xwest şert û mercên wan ên xebatê bên rastkirin û mûçeyê wan bê zêdekirin. 
 
Li Fransayê kedkarên tenduristiyê yên li serwîsên lezgîn ên nexweşxaneyan dixebitin, ji bo budçeyeke mezintir ji qada tenduristiyê re bê veqetandin di grevê de ne. Greva xebatkarên serwîsên lezgîn di meha adarê de dest pê kir û berfireh bû ku bandorê li ser 200 servîsên lezgîn dike. Li gorî agahiyên tevgera kolektîf a bi navê Inter-urgences grev li 203 servîsên lezgîn didome.
 
Li gorî daneyên Inter-urgencesê, bi giranî ji Parîsê û derdora wê der dora 20 servîsên lezgîn ên ne endamên Inter-urgences ne jî tevlî grevê bûne. Kedkarên tenduristiyê yên di grevê de ne ji hikûmetê dixwazin ku şert û mercên wan ên kar sererast bike û mafê wan bê dayîn. Kolektîfa Inter-urgencesê ragihand ku kapasîteya servîsên lezgîn kêm e, li şûna polîtîkayên tesarûfê pêwîstî hîn bêhtir bi xebatkaran heye û xwest, mûçeyê wan bê zêdekirin.