Di şewata studyoya anîmasyonê de 24 kes mirin

  • 14:12 18 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kyoto yê Japonyayê agir bi studyoya anîmasyonê ket û di şewatê de 24 kes jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku studyo hatiye şewitandin.
 
Li bajarê Kyotoyê yê Japonyayê agir bi studyoya anîmasyonê ket. Di vê şewatê de herî kêm 24 kes mirin, 10 jê bi giranî herî kêm 35 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di bodrûmê de mirov ji ber krîza dil mirine. Tê diyarkirin ji ber ku sedema mirina kesan nehatiye tespîtkirin û ji aliyê bijîşkan nehatiye qeydkirin, sedema mirinan krîza dil hatiye diyarkirin.
 
Li gorî saeta herêmî, saet di 10.30’an de agir bi şîrketa bi navê Kyoto Anîmasyonê ketiye.