Li Sûdanê peymana dîrokî hat îmzekirin

  • 14:51 17 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê bi mehane çalakiyên protestoyê didomin, di navbera leşkerên li ser desthilatê û wan hêzên ku protesto organîze kirin ji bo ''parvekirina rayeyê'' peyman hat danîn.
 
Li Sûdanê piştî çalakiyên mezin di navbera leşker û hêzên çalakgeran de peymana dîrokî hat îmzekirin. Li Sûdanê ev geşedan piştî 30 salan ji bo demokratîkbûnê gaveke mezin bû. Ji bo peymanê ku tê payin rojên pêş bi berfirehî wê agahî werin parvekirin êvara çarşemê gelek nîqaş hatin kirin. Piştre jî ''deklarasyona siyasî'' hat îmzekirin. 
 
Di hevdîtinan de, piştî ku Serokdewletê Sûdanê El Beşîr ji peywirê hat standin, li ser mijara efûya giştî ya leşkerên ku hatin ser desthilatê heta niha tu peyman nehatiye danîn. Lê konseya ku wê welat birêve bibe ji 5 leşker û 6 sivîlan wê pêk were. Serokatiya vê konseyê jî bi dorê wê sivîlek û leşkerek bike. Tê payin ku pêvajoya demokratîkbûnê wê 3 salan bidome. Di 21 mehên vê pêvajoyê de leşker wê seroktiyê bikin, 18 meh jî wê ji sivîlan re bimînin.