Zehra Dogan û hunermend serbest hatin berdan

  • 10:15 14 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Muzeya Pergamon a Berlînê ji bo balkişandina ser Heskîfê Zehra Dogan û 3 hevalên xwe yên Fransizî çalakî pêk anîbûn û hatibûn binçavkirin. Zehra Dogan û hersê hevalên wê yên Firansizî serbest hatin berdan. 
 
Rojnameger û Wênesaz Zehra Dogan û 3 hevalên wê yên Firansizî yên bi navê Juan Golan Elibeg, Aurélie Gerardin ve Thomas Lamouroux ji bo balê bikşîni ser Heskîfa ku dê ji ber Benda Ilisûyê di bin avê de bimîne li  Muzeya Pergamon a Berlînê çalakî li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin. Zehra Dogan û hersê hevalên xwe yên Firansizî serbest hatin berdan. 
 
Zehrayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew serbest hatine berdan. Zehra di parvekiran xwe de wiha got :"Piştî lêpirsînê em serbest hatin berdan."