Qada Çernobîlê ji turîzmê re vedikin

  • 11:07 12 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Herêma santrala nukleer a Cernobîlê dê veguherînin qada turîstîk ê. Li cîhanê felaketa herî mezin tê nasîn û her sal bi hezaran kes ji bo ditîna santralê tên herêmê. 
 
Di nîsana sala 1986'an de, li santrala nukleer a Çernobîlê teqînek pêk hatibû û ewrên radyoaktîf belavbûn li Ewropayê. Her wiha Tirkiye jî bi teqînê bi bandor bû. Li gorî Neteweyetên Yekbûyî madeyên radyoaktîf 50 hezar kîlometre kareyî belavbibû. Di encama teqinê de 31 kesî jiyana xwe ji dest da. Lê 5 hezar kes ji ber teqînê bi pênceşera tiroîdê re rû bi rû man. Her wiha heta îro jî bandora teqînê li Ewropayê tê hiskirin. 
 
Xweza li dijî texrîbkirina mirovan dîsa xwe ji nûve diafirîne. Hat diyar kirin ku li gel asta radyasyonê hêj asayî nîne jî dîsa her sal bi hezaran kes tê ziyareta santralê. Bi vekirina qada turîzmê ya li santralê dê pêşdaraziya li hemberî Ukranyayê ji holê rakin. Her wiha qedexeya girtina wêneyê ya li herêmê dê ji holê bê rakirin.