Li Navendên Binçavkirinê ya Amerîkayê eziyet li zarokên penaber têkirin

  • 14:27 11 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navendên binçavkirina penaberan a li ser sînorên Amerîka û Meksîkayeyê demek dirêjê zarokên penaber bi zext û zordariyê re rû bi rû dimînin. Her wiha 2 hezar zarokên penaber bêyî malbatên xwe li sînorên Amerîka û Meksîkayê hatine rawestandin.
 
Penaberên ku li Amerîkaya Navîn birêdikevin û li sînorê Amerîka û Meksîkayê li navendên binçavkirinê tên rawestandin. Penaberên ku tên rawestandin di nav şert û mercên ne baş de dijîn. Di demek dirêjê ew navendên binçavkirinê di rojevê de ye. Bi taybetî zarokên ku li navenda Arîzonayê dimînin bi mûameleyên ne baş re rû bi rû dimînin. 
 
Kanala televîzyonê a NBC bi rayedarên Wezareta Tendûristiyê re hevdîtinek pêk anî û gihaşt ewraqên 30 zarokên penaber. Li gorî NBC'ê gelek zarok ji nikarin ava paqij ji rayedarên kampê bigirin. Ya herî girîng jî 2 hezar zarokên penaber bêyî malbatên xwe li sînorên Amerîka û Meksîkayê hatine rawestandin. Her wiha hat destnîşan kirin ku muxafizên sînor û gumrikê eziyetê li zarokan dikin, nahêlin serê xwe bişon û bi telefonê re biaxifin. 
 
Her wiha di hefteya borî Wezareta Ewlehiya Hindûrin der barê mijarê de raporek aşkera kir û diyar kir ku divê zarok û penaber li kampan zêdetir neyên rawestandin. Her wiha wêneyên kampan gelek caran hatibû kêşandin, di wêneyan de jî hat nîşandan ku cihê mayînê nemaye û hejmara penaberan her ku diçe zêdedir dibe.