Li Parîsê ji bo avhewayê rewşa awarte hat îlankirin

  • 11:10 10 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber xetere avhewayê, meclisên bajaran ên Londra, Basel, Oakland, Los Angeles û Vancover rewşa lezgîn ragihandibûn. Li Parîsa ji bo avhevayê rewşa awarte hat îlan kirin û her wiha ji bo geşkirina hesesiyeta li ser mijara avhewayê 'Akademiya Avhewayê' dê bê vekirin. 
 
Di civîna Meclîsa Makebajar a Parîsa Fransayê de ji bo geşkirina hesasiyeta ciwanan a li ser mijarên avhewayê û derdorê biryar li ser avakirina ''Akademiya Avhewayê'' hat dayin. Di heman civînê de li gel akademiyê hate ragihandin ji bo Parîsê ''ji bo avhewayê rewşa derasayî'' hatiye ragihandin. Bi biryara navborî armanc ew e ku armancên Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku Kanûna 2015'an li civîna COP21'ê hatibû qebûlkirin, were pêkanîn.
 
Bi biryara Meclîsa Makebajar a Parîsê wê lijnekeyek bi navê ''Gîec Parîs'' were avakirin, ku ''Gîec'' kurtkirina bi Fransî ya Panêla Guherîna Avhewayê ye. Ev lijne wê ji pisporen iklimê û bajarvaniyê û her wiha ji sosyologan pêk were û ji bo pêkanîna polîtîkayên avhewayê wê şêwr bi wan were kirin.
 
Ji beriya Parîsê li gel Parlamentoya Brîtanyayê, ku hikim li ser dabû mijara avhewayê êdî hatiye ber rewşeke taloke, meclisên bajaran ên Londra, Basel, Oakland, Los Angeles û Vancover jî ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihandibûn. Herî dawî bajarê Konstanzê ya Elmanyayê biryareke wiha standibû.