456 qadên kar ji jinan re qedexe ye

  • 11:05 7 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rusyayê 38 sektor û 456 qadên kar ji jinan re hatine qedexekirin. Her wiha jin li gorî mêran ji sedî 30 kêm heqdest digirin. Heke sererastkirina qanûna qadên xebatên bên erêkirin dê hîn qedexe ji holê bên rakirin.   
 
Li Rusyayê 456 qadên kar ji jinan re hatine qedexekirin, li gorî sererastkirina qanûnên nû hîn qedexên ji qadên kar dê ji holê bên rakirin. Heke qanûn bê qebûlkirin ji dê 100 qadên xebatên ji jinan re hêj qedexe be. Li dijî qedexeyê Wezareta Kar qanûna sererastkirinê amade dike. Heke qanûn bê qebûlkirin gelek qadên qedexe dê ji holê bên rakirin. Êdî jin dê qadên wekî temîrkirina wesayîtan, nêçîrvaniya masiyan, ajotina tirektor, buldozer, keştiyan, makînistiya trenê dê bikare bixebite. 
 
Li gorî qanûna ya di sala 1974’an heta îro de gelek qadên kar ji jinan re hatin qedexekirin. Bi tevahî li Rusyayê jin, nikarin 38 sektoran de bixebitin û her wiha 456 kar ji jinan re hatiye qedexekirin. Li Rusyayê jin li gorî mêran ji sedî 30 kêm qezencdike. Her wiha di nav 30 wezîran de tenê 4 jin hene. Li gorî qanûnên heyî jin karê ku fîzîka jinê dixe zorê û her wiha ducanibûne dixe zorê hatine qedexekirin.
 
Serokê Dewletê Rusyayê Vladîmîr Putîn, di sala 2000'an de guhertina qanûnê erê kiribû. Her wiha di sala 2016'an de Neteweyên Yekbûyî derbarê polîtîkayên newekheviya zayendî diparêze Rusyayê hişyar kiribû.