Keştî noqî binê avê bû: Zêdeyî 80 penaber winda ne

  • 12:10 5 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji keştiya di navbera Tûnis û Lîbyayê de noqî binê avê bû, zêdeyî 80 penaber winda bûne.
 
Keştiya ku di navbera Tûnis û Lîbyayê de noqî binê avê bû û nêzi 80 penaber winda bûn. Hat diyarkirin ku heta niha tenê sê kes ji keştiyê rizgar bûne. Nêzî 80 pênaberên ku ji Gîne, Peravên Diranên Fîlan, Malî û Bûrkîna Fasoyê bûn di nava avê de man. Li gorî berpirsyarê ewlekariya peravê yê Tûnisî, keştî tevî 86 kesan ji bajarê Zuara yê ku bi 120 kîlometreyan li rojavayê Trablûsê ye bi rê ketiye.
 
Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî diyar kir ku ew bi fikar in ku 80 kesî jiyana xwe ji dest dabin.