Li Sûdanê dîsa muzakere hatin destpêkirin

  • 10:06 4 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê ya ku bi dehan kes di xwepêşandanan de mirin, di navbera mûxalefet û cûntaya leşkerî de muzakere hatin destpêkirin.
 
Di meha nîsanê de dîktator Omer El Beşîr ê ku 30 sal in desthilatdar bû, piştî xwepêşandanên gel artêşê dest danîbû ser rêveberiyê. Konseya Leşkerî ya Demdemî guh neda daxwazên gel û heta niha bi sedan kes qetil kir.
 
Hat hînbûn ku li Etîyopyayê di navbera konseya leşkerî û Tifaqa Azadî û Guherînê de muzakere hatine destpêkirin ya ku pêşengtî ji xwepêşandanên gel re dikir. Hate ragihandin ku sê generalên Konseya Leşkerî û pênc nûnerên Tifaqa Azadî û Guherînê li Hartûmê li otelekê civiyane.
 
Tifaqa Azadî û Guherînê dixwaze bila rêveberiyeke demdemî were avakirin. Li ser vî tiştî li hev bikin jî, wê çend sivîl û çend leşker di rêveberiya demdemî de cih bigirin, li ser wê li hev nakin. Herî dawîn Etîyopyayê pêşniyaz kiribû bila 8 sivîl û 7 leşker di rêveberiyê de cih bigirin.