Kaptanê keştiyê Carola serbest hat berdan

  • 10:52 3 Tîrmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kaptanê Keştiyê yê Alman Carola Rackete, serbest hat berdan.
 
Kaptanê Keştiyê yê Alman Carola Rackete ku Koçberên ji Derya Spî rizgar kirin li gel hêzên ewlehiya peravê yên Îtalyayê birina Grava Lampedusayê û ji ber vê bi cezayê hepsa malê re rûbirû ma, serbest hat berdan. 
 
Carola, yê ku bi biryara hikûmeta Îtalyayê re ji roja îna borî de girtin hepsa malê, bi biryara hakîmê pêşlêpirsînê dadger Agrîgetnto yê Grava Sîcîlyayê serbest hat berdan.