Li Spanyayê femînîst di grevê de ne

  • 14:20 8 Adar 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Spanyayê, jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de 24 saet grev îlan kirin. Jinên ku li payîtext Madrîdê dest ji kar berdan bi bîsîkletan çalakiya protestoyî li dar dixin. 
 
Di çarçovyea çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jinên spanyolî 24 saet grev îlan kirin. Bi hezaran jin duh bi şev li Madrîdê daketin qadan banga wekheviya zayendî kirin û çalakiya dengderxistinê ya bi beroş û taweyan pêk anîn.  Herwiha îro jî li Madrîdê jinan dest ji kar berdan û bi turên ku bi bîsîklêtan diavêjin çalakiya porotestoyî li dar dixin. 
 
Wê Spanya di 28'ê Nîsanê de hilbijartinên giştî pêk bîne û li bendê ye ku partiya nijadperest a bi gotinên xwe yên zayend parêz di rojevê de ye Vox bi ser keve.  Ji ber polîtîkayên partiya Vox niqaşên li ser mafên jinan mohra xwe li binê hilbijartina wê bê kirin didin.