Li Almanyayê agir bi avahiyekê ket: Jê 4 zarok 5 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 13:31 2 Adar 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Almanyayê agir bi avahiyekê ket û jê 4 zarok 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 kes bi giranî birîndar bûn.
 
Li Kolana İndustrieyê ya Bajarê Nurnbergê yê Almanyayê agir bi avahiyekê ket û jê 4 zarok 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 kes bi giranî birîndar bûn. Li gor agahiyên Berdevkê Mudurê Emniyeta Nurnbergê agir bi avahiya hejmara wê 11 ketibû. 
 
Derbarê sedema derketina agir de agahî nehat dayin. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.