Di Meşa Jinan a Cîhanê ji bo Leyla Guven banga piştevaniyê hat kirin

  • 10:43 22 Çile 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Rêxistina Fransa ya Meşa Jinan a Cîhanê (Marche Mondiale des Femmes) ji bo Leyla Guven û hemû çalakvanên greva birçîbûnê banga rêxistinbûnê li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kir.
 
Di banga ku ji aliyê Meşa jinan a Cîhanê (Marche Mondiale des Femmes) ve hat kirin de, hat diyarkirin ku projeyeke jinên kurd a aştiyê armanc dike ku lidijî paşverûtiya siyasî li ber xwe dide ya Feminîst heye û hat gotin ku ew piştevaniyê ji vê hewldana jinên kurd re dikin. Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxisitn ku gelek girtiyên jin ên kurd îro li dijî pêkanînên AKP'ê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike di greva birçîbûnê de ne û di nav van çalakgeran de Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê  Leyla Guven ku vê çalakiyê di roja 76'emîn de berdewam dike jî heye. Herwiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rewşa tendirustiya Leylayê roj bi roj jî ber bi xirabûnê ve diçe û banga hestiyariyê hat kirin.
 
Di banga Meşa Jinan a Cîhanê ya ji bo hemû hevparan de, daxwaz hate kirin ku hemû tevgerên femînîst vê  bangê esas bigirin û piştgiriyê didin. Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku banga di derbarê jinên kurd de di Meşa Jinên Kurd a Cîhanê jî bê parvekirin.
 
Meşa Jinan a Cîhanê ku gava wê ya yekem sala 2000’î li herêma Qûebec a Kanada ku bi Fransî lê tê axaftin hat avêtin, ji 161 welatan ji 6 hezarî zêdetir tevgerên jinan endam in.