Partiya Komunîst a Fransayê ji bo Leyla Guven bang kir

  • 18:05 14 Çile 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ku Leyla Guven a di greva birçîbûnê di nava ‘mirin û jiyan’ de ye û banga ketina tevgerê li Fransa , Yekîtiya Ewropa û welatên din kir.
 
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Tirkiye û tevayî Ewropa belav dibin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li Amedê girtî di nava mirin û jiyanê de ye. PCR bang li Fransa û hikûmetên Yekîtiya Ewropa dike ku rewşa Leyla Guven û Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê bipirsin. Binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeya ku ji aliyê Serokkomar Recep Tayip Erdogan ve tê birêvebirin bûye wekî qanûnan.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt  hat gotin; “Li Tirkiyeyê parastina girtiyên siyasî, nerazîbûna li dijî şert û mercên têde ne û piştevaniya xwe ya ji bo gelên Tirkiye û alîgirên aşitî û demokrasiyê didin diyar kirin. PCF, divê Leyla Guven demildest were berdan û piştevaniya xwe ya bi çalakgerên gerevên birçîbûnê re dubare dikin.”