Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû

  • 11:33 31 Çile 2018
  • Çand û Huner
AMED - Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de wê bi pêşangeha bi navê Sewta Li Gel Ba dest pê bike.
 
Şanoya Bajar a Amedê ku her meh bernameya xwe amade dike vê mehê jî bernameya xwe ya meha Sibatê diyar kir. Di çarçoveya bernameyê de wê di navbera 1-28’ê Sibatê de pêşangeha wêneyan a bi navê Sewta Li Gel Ba ya Ercan Altuntaş bê vekirin. Koma dansê ya MKM’a Stenbolê ya bi navê “Hêk” derkeve li ser dikê. Her wiha dê lîstika bi navê “Xwezgînî” jî bê lîstin.
 
Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê wiha ye:
 
2-3’yê Sibatê
 
Hêk
 
Saet:19.00
 
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
 
9-10-16-17’yê Sibatê
 
Xwezgînî
 
Saet:19.00
 
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
 
22-23-24-25’ê Sibatê
 
Bêrû
 
Saet:19.00
 
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
 
1-28’ê Sibatê
 
Sewta Li Gel Ba/Pêşangeha Wêneyan
 
Saet: 18.00
 
Cih: Şanoya Bajar a Amedê