Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû 2018-01-31 11:33:15   AMED - Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de wê bi pêşangeha bi navê Sewta Li Gel Ba dest pê bike.   Şanoya Bajar a Amedê ku her meh bernameya xwe amade dike vê mehê jî bernameya xwe ya meha Sibatê diyar kir. Di çarçoveya bernameyê de wê di navbera 1-28’ê Sibatê de pêşangeha wêneyan a bi navê Sewta Li Gel Ba ya Ercan Altuntaş bê vekirin. Koma dansê ya MKM’a Stenbolê ya bi navê “Hêk” derkeve li ser dikê. Her wiha dê lîstika bi navê “Xwezgînî” jî bê lîstin.   Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê wiha ye:   2-3’yê Sibatê   Hêk   Saet:19.00   Cih: Şanoya Bajar a Amedê   9-10-16-17’yê Sibatê   Xwezgînî   Saet:19.00   Cih: Şanoya Bajar a Amedê   22-23-24-25’ê Sibatê   Bêrû   Saet:19.00   Cih: Şanoya Bajar a Amedê   1-28’ê Sibatê   Sewta Li Gel Ba/Pêşangeha Wêneyan   Saet: 18.00   Cih: Şanoya Bajar a Amedê