Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir

  • 16:12 17 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşangehek li Qamişloyê vekir.
 
Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi nêzîkbûna salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, pêşangehek vekir. Di pêşangehê de berhemên jinan ên ji Qamişlo, Dêrikê, Reqa, Tebqa û Kobanê ku endamên Weqfa Jina Azad in, hatine pêşandan.
 
Li gorî berpirsên pêşangehê, ev pêşangeh heta pênceşmê ye.
 
Di roja yekemîn de jinan bi cil û bergên gelerî pêşwaziya mêvanan kir.