Danişîna doza rojnameger Pinar Gayip hat taloqkirin

  • 15:31 16 Îlon 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Doza 3 kesên di nav de nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip jî heye, bi hinceta kêmanî werin tememkirin, hate taloqkirin. 
 
Danişîna 2’yemîn a doza 4 kesên di nav de Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip jî di nav de, a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Di danişînê de li şûna kesên tên darizandin parêzerên wan amade bûn. 
 
Dosyaya Semrayê hat cudakirin
 
Şandeya Dadgehê diyar kir ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê Şahînê de li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de dozekî din heye û dosyeya Semîhayê cuda kir. Dosyaya Şahînê bi dosyeyên din a derbarê wê de hatine vekirin re kirin yek.
 
Dozger û parêzer xwestin ku kêmaniyên dosyeyê werin temamkirin
 
Dadgehê jî ji ber derbarê Semîhayê de lêpirsînên cuda hene û kêmaniyên dosyeyê werin temamkirin danişînê taloqî 4’ê kanûnê kir.