Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir 2024-07-17 16:12:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşangehek li Qamişloyê vekir.   Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi nêzîkbûna salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, pêşangehek vekir. Di pêşangehê de berhemên jinan ên ji Qamişlo, Dêrikê, Reqa, Tebqa û Kobanê ku endamên Weqfa Jina Azad in, hatine pêşandan.   Li gorî berpirsên pêşangehê, ev pêşangeh heta pênceşmê ye.   Di roja yekemîn de jinan bi cil û bergên gelerî pêşwaziya mêvanan kir.