Derbarê meleyê Taxa Çûliyê de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin

  • 16:43 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Derbarê meleyê Taxa Çûliyê R.K. ê ku li Taxa Çûliyê hatibû binçavkirin de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.
 
Narîn Guran a 8 salî di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çûliyê ya Rezana Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de hatibû dîtin. Ji kesên hatibûn binçavkirin bira, dayik û apê Narînê tê de 12 kes hatin girtin. 
 
Derbarê meleyê Taxa Çûliyê R.K. ê ku li Taxa Çûliyê hatibû binçavkirin de bi îddiaya "Di telefona wî de dîmenên neexlaqî hene" lêpirsîna îdarî hat destpêkirin. Serokatiya Karê Diyanetê têkildarî mijarê 2 mufettîş peywirdar kir. Hat diyarkirin ku mele li destûra salê ye.