Zarokan li Hesekê Sersala Kurdî pîroz kir

  • 13:55 13 Çile 2024
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokan li Hesekê Sersala Kurdî bi gerandina di nava kolanan de û gotina stranên kurdî pîroz kir.
 
Li gor salnameya rojê, Sersala Kurdî 13'ê Çileyê ye. Ferqa wê ji sersala mîladî 13 roj in.
 
Bi vê boneyê îro li bajarê Hesekê bi dehan zarok di nava kolanan de geriyan û bi gotina stranan Sersala Kurdî pîroz kir.