Fuara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû

  • 21:13 24 Kanûn 2023
  • Çand û Huner
AMED - Fuara Pirtûkan a Amedê ku bi pêşengiya DTSO’yê û Eylul Fuarcilik ve hat lidarxistin, piştî 9 rojan bi dawî bû. Nêzî 500 hezar kes fuara pirtûkan ziyaret kirin. 
 
Fûara Pirtûkan a Amedê ku bi pêşengtiya Odeya Bazîrganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Eylul Fûarcilikê ve hat lidarxistin, piştî 9 rojan bi dawî bû. Fûara pirtûkan ku ji sedî 70 ji weşanxaneyên Kurdî pêk hat, rastî eleqeyeke zêde hat û bi hatina bajarên derdorê jî nêzî 500 hezar kesan fuar ziyaret kirin. Fuar, bi panel, gotûbêj û rojên îmzeyan heta roja dawî jî bi bernameyeke têr û tije berdewam kir. Gelek nivîskar, helbestvan, rewşenbîr hwd. tevli fuarê bûn û bi xwîner û hezkiriyên xwe re hatin bahev. 
 
Di fuarê de herî zêde eleqe ji bo pirtûkên kurdî hat nîşandan û panel gotûbêj û rojên îmzeyê yên nivîskarên kurd jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Her wiha roja îmzeyê ya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku hevjîna wî Başak Demîrtaş şûna wî pirtûkên wî îmze dikirin, rastî eleqeyeke gelek zêde hat. Bi sedan kes di rêzê de li bendê bûn ku pirtûkên xwe bidin îmzekirin û dawiya rojê bi hezaran zêdetir kesan pirtûkên xwe dan îmzekirin.