'Em bi kurdî li dijî êrişan bibin bersiv'

  • 09:03 23 Kanûn 2023
  • Çand û Huner
 
Elfazi Toral
 
STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan diyar kir ku ji bo kursên serdema nû eleqeyek baş heye û wiha got:"Divê em li têkoşîna xwe xwedî derkevin. Ev rê jî ji kurdî derbas dibe. Li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê ji bo atolyeyên me yên kurdî eleqeyek baş heye û ev bi awayekî bi hêz dewam dike. Li dijî hemû êrişan em bi zimanê xwe bibin bersiv. Ez bang li hemû kesî dikim ku tevlî kursên kurdî û perwerdeya kurdî bibin."
 
Polîtîkayên çewisandin, asîmîlasyon, zext û êrişan ên îktidara AKP-MHP'ê yên li dijî gelê kurd dewam dike. Polîtîkayên tirs û nefretê yên li dijî zimanê kurdî yê îktidarê jî bi heman awayî dewam dike. Ev polîtîkaya bi salan e tê meşandin dewam dike. Lê belê gelê kurd li dijî van polîtîkayana li berxe dide. 
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî li dijî van êrişana û zextan xebatên xwe dewam dike. Komeleyê di 3'yê Cotmehê de li Fatihê li avahiya komeleya xwe kongreya xwe ya 4'emîn a awarte li dar xist û bi hevserokên serdema nû rêveberiya nû hat diyarkirin. 
 
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan (Komeleya Lêkolînên Kurdî) têkildarî mijarê nirxandin kir. 
 
Ji bo kursên komeleyê eleqe zêde dibe
 
Remziyeyê da zanîn di sala dawî de eleqeyeke baş ji bo kursên wan hene û wiha got:"Li dijî polîtîkayên niha em dikarin bêjin tevlîbûna ji bo kursan û eleqeya ji bo vê yekê baş e. Girseya me baş e. Ev du serdem e em dersê didin. Serdema ewil di mehên ewil ên sala dawî bû. Serdema din jî havînî ye. Em wê demê dersên kursên xwe didin. Em di her serdemê de sê mehan dersê didin. Nêzî 200 kesî ji bo kursan serî lê didin. Ev jî hejmareke baş e. Eleqeya ji bo kursên kurdî her roj zêdetir dibe."
 
Ji bo zarokan modelên perwerdeya pêşketinê
 
Remziyeyê diyar kir ku wan ji bo pêvajoya nû bernameyeke nû dane ber xwe û wiha pê de çû:"Di van bernameyan de ji bo zarokan em ê perwerdeyên ku wan pêş dixin bidin. Kurdî ji bo zarokan jêneger e. Ji bo zarok zimanê xwe hîn bibin perwerdeya di zarokatiyê de girîng e. Ji bo zarokên çar, şeş, heft û dozdeh salî em perwerdeyê didin. Ji bo zarokên hîn biçûk jî kursên me yên lîstikê hene. Kurseke din jî ji bo zarokên bi kurdî nizane ne. Zarok bi van kursan tên perwerdekirin û zimanê xwe yê dayikê hîn dibin. Di pêvajoya pêş de em ê dest bi dersên Kirmanckî jî bikin. 
 
'Em dixwazin di vê pêvajoyê de dest bi xebatên dîjîtalê jî bikin'
 
Remziyeyê bi lêv kir ku ew wekî pola yekem duyem û sêyem perwerdeya xwe diyar dikin û wiha got:"Xwendekarên hîç kurdî nizanin em li pola yekem bi cih dikin. Yên bi kurdî dizanin jî em di pola duyem de bi cih dikin. Kesên kurdî dizanin û hîn bûne jî em di pola sêyem de bi cih dikin. Yên li vir xwe pêş dixin dikarin derbasî pola çaran jî bibin. Ew dikarin bi kurdî bixwînin û binivîsin jî. Em ji bo zarokan pirtûkan jî derdixin. Me berê jî hinek pirtûk derxistibûn. Çîrok û ferheng hene. Em dikin van pirtûkên di destên xwe de biqedînin. Em dixwazin ji bo zarokan pirtûkên dersê derxin. Em niha amadekariyên wê dikin. Em dixwazin di vê pêvajoyê de dest bi xebatên dîjîtalê jî bikin."
 
Banga xwedîderketina li zimanê dayikê
 
Remziyeyê da zanîn ew bi kursên didin hewl didin bigihêjin gelek aliyan û wiha got:"Divê em xwedî li kurdî derkevin. Li dijî êrişan divê gelê kurd bêtir girîngiyê bide zimanê xwe. Ev bi salan e êrişên li dijî zimanê kurdî dewam dikin. Loma divê em têkoşîna xwe mezin bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Çimkî kilîda vê yekê zimanê dayikê ye."
 
'Em bi Kurdî bidin bersiva polîtîkayên çewisandinê'
 
Remziyeyê bi lêv kir ku di têkoşîna gelê kurd de girîngiya zimanê dayikê mezin e û wiha got:"Divê em li têkoşîna xwe xwedî derkevin. Ev rê jî ji kurdî derbas dibe. Divê em vêya ji bîr nekin. Wê gelê kurd li ziman, perwerde û kursên xwe xwedî derkeve. Divê em kurdî nîşanî zarokên xwe bidin. Em bi Kurdî bidin bersiva polîtîkayên çewisandinê. Ez bang li herkesî dikim ku tevli kursên kurdî bibin."