NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin

  • 12:24 16 Kanûn 2023
  • Çand û Huner
 
STENBOL - NÇM, têkildarî qedexeyê  konserê daxuyanî da û wiha hat gotin: "Qeymeqamtiyê konsera wan bi awayeke keyfî qedexe kiriye. Em vê biryarê nas nakin û dê li Bagcilar û Sancaktepeyê konseran li dar bixin.”  
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê bi boneya 32’yemîn salvegera damezirandina xwe li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli konserek li dar bixista lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmece ya Stenbolê bêyî ku sedemekî nîşan bide konser qedexe kir. NÇM, têkildarî qedexeyê li avahiya xwe daxuyanî da. 
 
Li gel hunermendên NÇM’ê, her wiha Weqfa Lêkolîna Zanist Perwerde Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV), Koma Hevra, Grup Îsyan Ateşî, Navenda Çand û Hunerê ya Golge, hunermend Kadîr Çat, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Komeleya Lêkolînên Kurd û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Navenda Çand û Hunerê ya Golge Rewşen Apaydin ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Hebûna gelekî bi ziman, çand û hunerê dibe. Ji roja avakirina xwe heta niha NÇM di nava 32 salan de bi saya berxwedan û têkoşîna xwe çand û hunera kurdî diparêze. Ev kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ji bo hemû gelên vî welatî dijîn bû çavkaniya hêviyê.
 
Xebatên çand û hunerê ya kurd ku xwedî kevneşopiyeke wiha ya qedîm e, di salên dawî de xistine dorpêça qirkirinê. Ji roja avakirina komarê heta niha li dijî çanda kurdî polîtîkayên qedexeker û înkarger hatin meşandin. Ev polîtîkaye di demên dawî de bêhtir giran kirin. Weke ku tê zanîn, kedkarên NÇM’ê bi boneya 32’yemîn salvegera damezirandina NÇM’ê xwestin bi dirûşma ‘Roja Azad, Hunera Azad’ li Navendan Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli konsereke mezin bide û bi gel re bicive. Lê belê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê mîna par, îsal jî polîtîkaya xwe ya qedexeker, înkarger û asîmîlasyonê domand. Salvegera damezirandinê û pîrozbahiyên me ev du sal in ji hêla Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ve bi awayeke keyfî tên qedexekirin.
 
Biryaraya qeymeqamtiyê biryareke hiqûqî nîne. Biryareke siyasî û keyfî ye. Lewma em vê biryarê nas nakin. Em bi eşekereyî dibêjin ku tu wateya vê biryarê ji bo me nîne. Ji ber ku bi huner bi tu awayî nayê qedexekirin. Ev qedexeye, berdewamiya pişaftina sedsala ye. Her wiha parçeyeke atmosfera siyasî ya heyî ye. Li dijî her îrade û nirxên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd êriş û tecrîd hene. Konsera me her çend ku hatibe qedexekirin jî, weke kedkarên NÇM’ê em van polîtîkayên tecrîd û qedexeker nas nakin. Em dibêjin ku dê em ê temamiya astengiyên li pêşiya çanda kurd bi stran, govend û tililiyên xwe ji holê rakin. Dê têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta qedexeker û derserdemî bidomînin.
 
îro li dijî konsera hatiye qedexekirin li du deveran konseran li dar bixin. Dê di vê çarçoveyê de îro saet di 18.00’an de li avahiyên DEM Partiyê yên Bagcilar û Sancaktepeyê konseran bidin. Em banga tevlibûna konseran li gel dikin."